Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Opozisyona Sûrî Derbasî Aliyê Rojavayê Bajarê Babê Dibin


Serhildêrên Sûrî yên ku piştgiriya Tirkiyê werdigrin li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê pêşketinên leşkeri bidest dixin li gor çavdêrên opozisyonê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got hêzên opozisyonê nexweşxaneyek kontrol kirin di demekê de ku derbasî nava bajêr dibin.

Çavdêriyê got hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan ên opozisyonê di helmeta Mertala Feratê de derbasî aliyê rojavayê Babê bûn û gelek tax li wir kontrol kirin.

Ji roja duşemê ve bajar dorpêçkiriye. Hêzên dijî Daiş roja pênşemê sibehê aliyê bakur kontrol kirin û herdû aliyên din niha bûne meydana pevçûnên giran di navbera aliyên dijber de.

Roja înê hêzên hikûmetê ji aliyê başûr ve derdora 1.5 kîlomitir nêzîkî bajêr bûn.

Daiş ji sala 2014an ve bajarê Babê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG