Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Binavkirina Serokwezîrê Filestîn ê Berê bo Posteka NY Berbend Dike


Selam Feyad
Selam Feyad

Amerîka binavkirina serokwezîrê Filestîn ê berê berbend dike ji bo serkirdayetiya erka siyasî ya Neteweyên Yekgirtî li Lîbya.

Sekretêrê giştî yê NY Antonio Guterres di nameyekê de roja pênşemê ji civata ewlekariya NY re gotibû wan pilan dikir abûrnasê li rojava perwerdebûyî Selam Feyad binav bikin ji vê postê.

Feyad ê 64 salî, di navbera salên 2007 û 2013an de wek serokwezîrê desthilata Filestînê kar kir û ew her wiha wezîrê darayî bû.

Lê Balyoza Amerîka bo NY Nikki Haley di daxuyaniyekê de derngî înê got Amerîka ne li gel vê bijarê ye.

Wê got:

“Bû demeke dirêje, NY bi awakî ne dadmend alîgiriya desthilata Filestînê dike li beramber hevalbendên me li Îsraîlê. “

Haley her wiha got Amerîka ji niha û pêve dê kar bike, ne tenê axaftin, ji bo piştgiriya hevalbendên xwe.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka di nav endamên kêm ên NY de ye ku pênasînê bi Filestînê wek dewleteke serbixwe nake.

Endamtiya Filestînê di NY de tenê li ser asta çevdêriyê ye.

XS
SM
MD
LG