Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abe: Avêtina Mûşeka Balistî ji Aliyê Kûrya Bakur ve “Nayê Derbaskirin”


Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe dibêje avêtina Kûrya Bakur mûşekeke nenas a balistî bo derya Japonî ew kiryareke ku “qet nayê derbaskirin.”

Abe, derengî şemiyê di çarçoweya serdana xwe de bo Amerîka, di konferanseke rojnamevanî de li wîlayeta Florida li gel serokê Amerîka Donald Trump axivî.

Serkirdeyê Japonî got:

"Pêwîste Kûrya Bakur bi temamî pêgirbe bi pîvanên civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî."

Wî her wiha got:

"Di kombûna li gel serok Trump de, wî dupat kir ku Amerîka dê herdem li gel Japonê be ji sedî sed, û da vê yekê diyar bike, ew niha di vê konferansê de tevlî min bûye."

Trump di kurte axaftina xwe de got:

"Ez tenê dixwazim her kes têbigihe û baş bizane ku Amerîka piştgiriya Japon dike ji sedî sed, ew hevalbendeka mezine."

Tê zanîn Kûrya Bakur demekê berê îro mûşek avêt nav derya Japonê.

XS
SM
MD
LG