Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Operasyona Tirkiyê li Sûriyê Dê ta Reqqayê Brdewam ke


Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan îro yekşemê got armanca dawî ya destêwerdana Tirkiyê li Sûriyê ew ne tenê rizgarkirina bajarê Babê bû, belê ew paqijkirina sînor e ji Jîhadiyan, di nav de jî bajarê Reqqayê.

Erdogan berî ku bo serdaneke fermî biçe welatên Behrên, Erebistana Saudî, û Qeterê, di konferanseke rojnamevanî de got:

"Armanca dawî ewe paqijkirina navçeyeke bi berferehiya 5,000 km çargoşe."

Ev bû demeke dirêje Tirkiyê hewil dide navçeyeke aram durust bike li bakurê Sûriyê ji bo sivîlan ku çekdarên Daiş û çervanên YPG lê ne bin.

Lê Tirkiyê dibêje vê navçeyê dê pêwîstî bi esmanekî aram û bê balafir hebe.

Erdogan got wî ev babet gotûbêj kiriye li gel Amerîka û Rûsya, û Tirkiyê amadekariya bingehên karê vê navçeyê kiriye ji bo mayîna penaberên Sûriyê li wir û her wiha bicihkirina penaberên Sûrî yên ku niha li Tirkiyê ne.

XS
SM
MD
LG