Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Koçberên Neyasayî li Amerîka Têne Girtin


Desthiladrên koçberiyê li Amerîka bisedan koçberên ku bi awakî ne yasayî li Amerîka dijîn girtin, di çerçoweya operasyonekê de ku hefteya borî li seranserî Amerîka destpêkir.

Desthilatdar dibêjin ev operasyon ne girêdayî biryara dawî ya qedexekirina koçberan e ku serok Donald Trump dabû.

Trump îro yekşemê di Twitteke xwe de got:

“Desteserkirina gunehkarên ku bi awakî ne yasayî li vir dimînin, ew tenê pêgiriyê bi sozên min ên helmeta hilbijartinan. Çete, qaçaxciyên madeyên hişbir û hinên din, dê bên dûrxistin. “

Peyvdarê wezareta ewlekariya navxweyî Gillian Christensen ji rojnameya Washington Post re got armanca vê operasyonê ewe girtina koçberên ne yasayî yên gunehkar.

Wî got:

“Em behsa wan kesan dikin ku gefê didin ser ewlekariya giştî, yên ku gefê didin ser sîstema koçberiyê.”

Helmetê, bi kêmanî li şeş wîlayetan destpêkiriye, di nav de jî bajarên wek Atlanta, Chicago, New York, û Los Angelos.

Vê hefteyê, bêhtirî 160 kesî hatine girtin.

Donald Trum meha borî biryareke cîbecîkar îmzekir li dor desteserkirina koçberên ne yasayî li Amerîka ku jimara wan derdora 11 milyon kes e.

XS
SM
MD
LG