Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Afganî Dibêjin 22 Sivîl di Operasyoneke Hevbeş de Hatin Kuştin


Berpirsên Afganî û rûniştvanên xwecihî îro yekşemê gotin 22 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin di operasyoneke hevbeş de ku ji aliyê hêzên Amerîkî û Afganî ve hate pêkanîn hefteya borî li parêzgeha Helmand a başûrê welêt.

Şandê serokatiyê bo karûbarên ewlekariyê li Helmand Jabar Qahraman got operasyonên dijî çekdarên Talîban li navçeya Sangin 13 kes ji malbatekê û 9 ji malbateke din kuşt in.

Wî got:

“Nûçeya kuştina sivîlan em xemgîn kirin… dema Talîban sivîlan wek mertal li dijî hêzên ewlekariyê bikar tîne, rûdanên wiha diqewimin. “

Peyvdarê leşkerî yê hêzên deryayî yên Amerîka Bill Salvin got:

“Em kar dikin da bizanin ka ew kesên sivîl hatine kuştin an birîndar bûne di encama êrîşên esmanî de. “

Wî di daxuyaniyeke nivîskî de got:

“vekolîn berdewam in û hîn çi encam diyar nebûne.”

XS
SM
MD
LG