Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê 13 Fermandarên DAIŞ'ê Kuştin


Leşkerên Artêşa Iraqê

Artêşa Îraqê roja Duşemê ragihand ku mala ku rêberê DAIŞ’ê Ebûbekîr el-Baxdadî û fermandarên wê yên payabilind lê kom dibûn, bi êrîşên firokeyan hat peqandin.

Artêşê da zanîn ku wê li ser îstixbaretek e ku gotîye Baxdadî di konvoyeke ku di navber el-Kaîm û Reqa de ye êrîş pêk anîye, lê eşkere nekir ku Bexdadî hatiye kuştin yan na.

Êrîş di 11'ê Sibatê de pêk hatiye. Artêşa navê 13 fermandarên hatine kuştin weşand, lê di lîsteyê navê Bexdadî nehat nivîsîn.

Pentagon’ê bi qasî 6 hefte berê daxuyandibû ku Baxdadî hîn sax e û DAIŞ’ê birêve dibe.

Artêşa Îraqê îdîa kir ku Baxdadî jibo vekişîna ji Mûsilê bi fermandaran re biaxive, bi wan re civîye.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka û artêşa Îraqê, çar meh berê dest bi operasyona Mûsil’ê kiribû.

XS
SM
MD
LG