Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mêvanê Bernama Deng û Reng Hunermend Ferhad Feyssal Li Ser Jiyana Xwe û Girûpê Danûk Diaxive


Hunermend Ferhad Feyssal ji kurdên Sûriyê ye, ku ji ber hezkirin û baweriya xwe bi mûzîk û bandora mûzîkê di jiyanê de, li kolanê Stanbûlê ew û girûpa Danûk mûzîka kurdî li her şûnek,î li her deverekê belav dikin.

Ferhad mîna gelek ji xort û ciwanên kurd li sûriye, bi astengî gihiştin xewnên xwe û ew sawirên berçav, kirin rasteqîn.

Ferhad Feysel
Ferhad Feysel

Ferhad ji temenê 21 salî ve tevî hevalên xwe li bajarê Hesekê, berêx xwe dan xwendina mûzîkê li bajarê Humus li raojavayê Sûriye û li wir dest bi xwendina mûzîkê kir.

Li bajarê Hesekê, Ferhad û hevalê xwe dîbistaneke biçûk ya mûzîkê vekirin, da ku zarokan fêrî mûzîkê bikin, lê ji ber rewşa şer û kêşeyên jiyanê berê xwe da Tirkiye û li bajarê Stanbûlê bicî bû.

Ferhad Feysel
Ferhad Feysel

Ferhad û hevalên xwe girûpê Danûk damezrandin û li Stanbûlê dest bi xebatên xwe kirin, ku bengeha wan folklorê kurdî bû.

Ferhad dibêje: "Folklorê kurdî pirr zengîn e, lê mixabin hatiye jibîr kirin û Danûk dixwaze folklor careke din geş bike bi şêweyên nû."

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:43 0:00

XS
SM
MD
LG