Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvan Abulkadir Musa Mêvanê Bernama Deng û Reng e


Zimanê kurdî û wergir, xemeke ji helbestvan Abdulkadir Musa re, mîna dehan ji nivîskar û helbestvanê kurd re, ku li welatên biyanî dijîn û hezdikin ku zimanê xwe yê zikmakî bighînin destê wan welatan û berheman ji zimanê wan jî wergerînin zimanê kurdî da ku zengîntir û geştir bibe.

Nuh Abdulkadir amadekariya anthology helbesta kurdên Sûriye dike, ku wê bi alîkariya saziya "Inner Child Press" bê weşandin, bi zimanê Kurdî û Ingilîzî.

Abdulkadir Musa di sala1969'an de li bajarê Amûdê ji dayik bû ye, û beşê Ziman û toreya Firensî li Zanîngeha Helebê xwendiye û bi dawîn nekiriye.

Ji dawiya sala 1995'an ve li Almaniya dijî û li wir dibistana bilind ya Alice-Salomon schule – Berlîn beşê Karê civakî û perewerdeyê xwendîye û li ser guncandina Kurda di civaka Almanî de têza xwe amade kiriye.

Bi nivîsandina helbest û wergerandinê re mijûl dibe.

Ta nuha berhemek wî hatiye çapkirin û helbetsên wî ji bo zimanê Almanî, Firansî û Ispanî, Polonî û Ingilîzî hatine wergerandin û di kovar û rojnameyên cûr be cûr de hatine belavkirin.

Berhem:

1.Çengên te ez bi firê xistim

2. Zivistana Rîta ya dirêj û werzên dîtir, Mehmoud Dawerish- werger ji zimanê Erebî, li berchapê ye.

3. li derveyî Gulistanê li hundirê sêngê- bi zimanê Erabî, li ber chapê ye.

Deng u Reng-Abdulkadir Mousa-02-13-2017-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:43 0:00

XS
SM
MD
LG