Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Pilanên Operasyona Reqqayê ji bo Amerîka Pêşkêş Dike


Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îro şemiyê ragihand ku Tirkiyê du pêşniyar ji bo Amerîka pêşkêş kirin li dor operasyoneke hevbeş a rizgarkirina bajarê Reqqayê ji çekdarên Daiş.

Rojnameya Hurriyet ji ser zimanê hin çavkaniyên ewlekariyê ragihand ku komandarê leşkerên Tirkiyê Hulusi Akar û hevtayê xwe yê Amerîkî Joseph Dunford di kombûnekê de roja Înê herdû nexşeyên pêşniyar kirî guftûgo kirin.

Tirkiyê dibêje divê operasyon ji aliyê hêzên Ereb ên xwecihî ve pêk bê, ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, ne Hêzên Sûriya Demukrat HSD ku Kurd hêzeke sereke ne di nav wan de.

Piştgiriya Waşinton bo HSD, ku meha 11 dest bi operasyonekê kir li Reqqayê, bû cihê tengijînan li gel endama NATO Tirkiyê.

Anqera Hêzên Kurdên Sûriyê wek berdewamiya partiya PKK dibîne.

Ta niha hîn ne diyare ka rêvebiriya Amerîka bi serokatiya Donald Trump dê çekan bide hêzên Kurdî YPG an na.

Amerîka dibêje ew bi huşdarî hêzên ku çekan dide wan hildibjêre di nav HSD de lê Anqera dibêje ew çek digihin destê YPG û daxwaza rawestana wan dike.

XS
SM
MD
LG