Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor a Navnetewî Daxwaza Berdana Endamên xwe yên Revadî Dike Li Afganstanê


Rêxistina navnetewî ya Xaça Sor, ICRC, îro şemiyê daxwaza berdana bêmerc a du endamên xwe kir, ku demekê berê vê mehê li bakurê Afganistanê hatibûn revandin.

Herdû kesên hatî revandin, ew di nav karwanekî Xaça Sor de bûn, ku xwarin û alîkarî digihand cotkarên belengaz li parêzgeha Jowzjan a bakurê welêt roja 8 vê mehê.

Karwan ji aliyê hin çekdaran ve hatibû dorpêçkirin ku bi gumane çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî ne.

Êrîşkeran 6 karmendên Xaça Sor kuştibûn berî ku van du kesan ber bi cihekî ne diyar de birevînin, li gor berpirsên ewlekariya Afganistanê.

Ji wê demê ve, rêxistina xêrxwazî piroseya alîkariyên mirovahî li seranserî welêt daliqandiye ku bi milyonan kes li wir pêwîstî bi alîkariyên bilez hene, bi sedema giranbûna şerê tevgera Talîban.

Desthiladarên Afganî dibêjin ew hewil didin cihê kesên hatî revandin binasin, di demekê de ku Talîban xwe ji vê bûyerê dûr xistiye.

XS
SM
MD
LG