Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Hewla Pêşketinekê Dide di Axaftinên bê yên Cinêvê de


Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura dibêje ew hêvîdare axaftinên bê yên aştiyê li Cinêvê zexmeke nû encam bidin û ev yek bêhtir li ser helwesta Amerîka disekine ka dê çi biryarê bide.

De Mistura îro yekşemê got:

“Pirsa mezin ewe Amerîka li ku ye?”

Wî di konferansa ewlekariyê de li Miyûnêx got “divê em zexmekê bidin “axaftinan di destpêka wan de roja pênşemê.

Lê ,dîplomatê wezareta derve ya Amerîka Brett McGurk dibêje dê xelk bêhêvî bimînin eger hizir bikin ku dê Amerîka ji nişakeve alaveke nû têxe nav alavan.

Wî got:

“Ez bawer nakim Amerîka dê çareyekê ji hemî pirsgirêkan re bibine, ji ber ku ew nîne. “

Serokê hevpeymaniya niştimanî ya opozisyona Sûrî Anas al-Abdah got: “Opozisyon bi temamî amade û pêgire bi guftûgokirina çareseriyeke siyasî.”

Wî got:

“Me hêviyeke biçûk heye. “

XS
SM
MD
LG