Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jim Mattis Behsa Îraq, Afganistan û Medya Dike


Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis îro yekşemê piştrast kir ku hêzên Amerîka alîkariya hêzên Îraqî dikin di opoerasyona leşkerî ya dijî Daiş de li aliyê rojavayê Mûsilê.

Mattis red kir ku bi berferehî li dor operasyonê biaxive, lê wî li Abû Dhabî ji peyamnêran re got:

“Wek hûn dizanin, bû demeke operasyona rojavayê Mûsilê bi rêve diçe ji aliyê veqetandina herêmê ve, êrîşkirina nava bajêr ew tişteke ez naxwazim bi berferehî gotûbêj bikim, ew karê wan hêzan e ku li ser erdê êrîş dikin, lê di heman demê de, em gelekî nêzîkin ji şer ve, eger berê ne din av de bin.“

Mattis behsa rewşa Afganistanê û şandina hin hêzên din ên Amerîka kir û got:

“Em niha hizrên xwe tînin ber hev li dor vê babetê. Serok li benda nirxandina min û ajansên agahdariyê ye. Ew vekirî ye li ser rawêjkariya min, lê berî her tiştî divê ez nirxandinekê darêjim. Ev jî (serdan) ji bo komkirina agahiyan û nirxandina ka dê welatên din ên herêmê çi bikin ji bo alîkariya hewlên me li Afganistanê.”

Di bersiva pirsiyarekê de li dor medya, ku serok Donald Trump wê bi belavkirina nûçeyên sexte tawanbar dike, Mattis got:

“Min Çi pirsgirêk li gel medya nîne.”

Mattis serdana Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî dike di çarçoweya serrdana xwe ya yekem de wek wezîrê berevaniyê bo rojhilata navîn.

XS
SM
MD
LG