Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina Zirbirayê Kim Jong Un, Alozîya Navbera Koreya Bakur û Malezya Pirtir Dibe


Kim Jong Nam

Alozîya dîplomatîk ya navbera Koreya Bakur û Malezya bilind dibe, piştî ku Kim Jong Nam, zirbirayê rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un bi suîqastekê hate kuştin.

Kang Chol, nûnerê Koreya Bakurî Ii Kuala Lumpur ya paytaxta Malezya daxwaza tîmeke hevbeş ya vekolîna kuştina Kim Jong Nam kir û ji nûçegîhanan re got ku ew nikarin bi vekolîna polîsên Malezyayî bawer bikin.

Serokwezîrê Malezî Najib Razak nerazîbûn nîşan da daxuyanîyên Koreya Bakur û got ku ti sedem tine ku ew zararê bigehînin Pyongyang û pêbawerîya xwe bi vekolîna polîsên welatê xwe nîşan da.

Wezareta Saxlemî ya Malezyayî ragihand ku encama otopsîya Kim heta roja Çarşemê dikare eşkere be.

XS
SM
MD
LG