Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmet û Opozisyona Sûriyê Soza Berdewamiya Axaftinên Cinêvê Didin


Bashar al Jaafari

Serokê Şandê hikûmeta Sûriyê yê guftûgoyan dibêje ew bawere êrîşa doh şemiyê li Homsê mebest jê ewbû ku rê li axaftinên Ginêvê bê girtin.

Bashar al-Jaafari ji peyamnêran got:

"Teqînên terorîst ên bajarê Homsê, ew nemeyek bû ji piştgirên terorîzmê bo Cinêvê, û em ji her kesî re dibêjin name gihîşt û ev gunehkarî dê wiha derbas nebe."

Jaafari roja şemiyê li gel şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura li Cinêvê kom bû.

De Mistura, berî kombûnê ji peyamnêran re got ew hêvîdare ev êrîş çi bandorê nedin ser piroseya aştiyê.

Opozisyonê ji aliyê xwe ve soz da ku berdewam bin di axaftinan de, lê hikûmet tawanbarkirin bi hewildana xerabkirina wan bi riya sepandina daxwazan li ser opozisyonê.

Hin şandên opozisyonê teror bi giştî şermezar kirin, lê her wiha nîşan bi wê yekê dan ku êrîşên şemiyê renge karê hêzên hikûmetê bi xwe bin.

XS
SM
MD
LG