Di çartçoweya serdana xwe de bo Tirkiyê, Îro yekşemê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî li Qesra Mabeynê ya Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civînekê pêk anî.
Herwiha hat ragîhandin ku sereke mijarên hevditinê serxwebûna herêma Kurdistanê,operasyona Reqqa û Mûsilê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdîstanê û Tirkiyê de dê bên axaftin
Nivîskar û rojnameger fehîm İşik ji Dengê Amerîka re serdana serokê Herêma Kurdistanê dinirxîne.
İşik dibêje hatina birêz Barzanî ji bor Tirkîyê girinînge
“ Tirkiye dixwaze li Başûrê Kurdistanê, li Zimmarê baregehekî leşkerî çeke. Mesela Başîka li Hikûmeta Iraqê bû krîzeke û Tirkiyê divê leşkerên xwe ji wê derê vekişîne, Tirkiye naxwaze ji herêmê derkeve lê ev bê destûra Başûrê Kurdistanê nabe”
İşik dibêje Helwesta Başûrê Kurdistanê ev e ku dixwaze serxwebûna Kurdistanê têxe rojeva cîhanê
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke