Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuynaiya Hevbeş a KCD, HDP, DBP li ser Rûdanên Xane Sorê


KHF
KHF

Roja înê li dor bûyerên Xane Sorê di navbera Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Pêşmergên Rojê pevçûn rûdan.

Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyek hevpar dan û êrîşa pêk hatî şermezar kirin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven daxuyaniyê xwend piştre jî Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim li ser navê HDPê axivî. Leyla Guven êrîşa li Şengalê weke hevkariya AKP-KDP li ser rojava binav kir.

Hevseroka KCDê hatina Tirkiyê ya serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ya beriya çend rojan bibîr anî û îddia kir hem êrîşa Şengalê hem li ya Xane Sorê encama lihevkirina birêz Barzanî û dewleta Tirkiyê ye.

Leyla Guven got "Her cara ku Mesut Barzanî tê Tirkiyê li ser gele Kurd komkujî pêk tê"

Herwisa diyar kir rêxistin, partî û gelê bakurê Kurdistanê êrîşa li hemberî kurdên Êzidî, erîşa li hemberî xwe dibînin.

"Bila vê yekê baş zanîn ku ji vê seatê şûnde bertekên me wekî berê bi şermezarkirinê sinorkirî dê nemîne."

Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim jî got li herêma Şengalê hêzên parsatina şengalê heye hêza Şengalê têra Şengalê dike.

Wî bibîrxist peywendiya partiya wan her dem bi partiyên başûr re hene herwisa harî dawî di Cotmehê de bi birêz Barzanî re jî rûniştina.

"Birêz Barzanî ew dem got di vê astê şûnda nahêlin ku xwînak Kurdan bi nav Mesut Barzanî gotiye di vê astê şunda dê xwina kurdan tevlê xwîna Kurdan nebe.

Wî got hewcedariya Kurdan bi yekitiyê hebe, armanc ne lihevketine, armanca tekitiya netewa gelê Kurd e.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00

XS
SM
MD
LG