Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Endamekî Tîma Guftûgoyên Navokî Tawanbar Dibîne


Dadweriya Îranê endamekî tîmê Îranê yê guftûgoyên navokî li gel hêzên mezin ên cîhanê tawanbar dike, li gor peyvdarekî ku îro yekşemê got, diyare Îraniyekî Kenedî ye ku berê ji aliyê desthilatdaran ve hatibû girtin bi gumana sîxoriyê.

Li gor raportên ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, peyvdarê dadweriyê Gholamhosein Mohseni Ejehi got Îraniyekî Amerîkî her wiha rastî tawanbariyan dibe li dor birina 3.1 milyon dolar ji xelkê li beramber soza derxistina wan bo welatên biyanî.

Li dor doza endamê tîmê guftûgoyan, Ejehi bi awakî rasterast ew binav nekir, ne jî şîrove kirin gunehên ku tawanbarî vedihewîne.

Lê Ejehi got kesê tawanbar du nasnameyan hildigre û ew bi nasnameya D.E da nasîn. Ev herdû tîp jî diyare tîpên navê Abdolrasoul Dorri Esfahani ne, ku wî nasnameyên Îranî û Kenedî hene.

XS
SM
MD
LG