Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerekî Fedralî Qedexekirina Derbasbûna Amerîka bo Dayîkeke Sûrî û Keça wê Berbend Dike


Dadwerekî Fedralî li wîlayeta Wisconsin berbend kir biryara pêdaçûnê ya Serok Donald Trump a qedexekirina derbasbûna Amerîka, ku dê nehêle dayîkeke Sûrî û zarokê wê derbasî Amerîka bin.

Jin û keça wê li bajarê Helebê dijîn. Mêrê wê berê li wîlayeta Wisconsin e û hatiye pejirandin wek penaber.

Dadwerê Amerîka William Conley doh înê fermaneke berbendkirinê ya demkî derxist ku dê tenê ji bo jinê û keça wê bête cîbecîkirin.

Qedexekirina Trump a nû roja 16 mehê cîbecî dibe,û dayîka Sûrî biryare biçe Urdunê ji bo hevpeyvîna wergirtina Vîza. Renge piroseya wergirtina Vîza ta piştî 16 mehê dirêj ke.

Conley got mêrê Sûrî hin serkeftin pêşkêşkirine di doseya malbata xwe de ku ew bi rastî li Sûriyê rastî metirsiyeke rijdî dibin li ser jiyana wan.

XS
SM
MD
LG