Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Teqînên Dîmeşqê Digihe 74 Kesan


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje jimara kuştiyên teqînên doh înê li Dîmeşqa paytexta Sûrî bilind bû bo 74 kesan.

Piraniya Kuştiyan ew serdanerên Îraqî bûn ku serdana cihekî pîroz î Şîiî dikirin li goristana Bab el-Seghîr.

Wêneyên cihê teqînan gelek basên rastî ziyanê bûyê, dîmenê xwînê, berçavk, pêlav û telefonên qurbaniyan diyar kirin.

Çi aliyekî berpirsiyariya xwe ranegihand li dor van teqînan lê Daiş û gurûpên din ên tundrewên Sunnî êrîşên wiha li dijî Şîaa pêk tînin li Sûriyê û Îraqê.

Desthiladarên Sûrî û çavdêran rapûortên ciyawaz ragihandin li dor sedema teqînan. Tilfizyona dewletê got bumbe hatibûn çandin li goristana Bab el-Seghîr. Gurûpa Hizbulla a Libnanî got kesên xwekuj êrîşî goristanê kirin.

Hemî çavkaniyan erêkirin ku du teqîn rûdan ku di navbera wan 10 ta 15 kêlîlkan hebû ku mebest jê ew bû jimareke mezin a xelkê bêne kuştin.

XS
SM
MD
LG