Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Koalisyonê: Bajarê Mûsil bi Temamî Hatiye Dorpêçkirin


Aliyê rojavayê bajarê Mûsilê ku di bin destê çekdarên Daiş de ye, niha bi temamî hatiye dorpêçkirin û Daiş bêhtirî 60 ji sedî ji navçeyên xwe ji dest dane, li gor berpirsekî rade bilind ê koalisyonê.

Şandê taybetê serokatiya Amerîka bo Koalisyona Navnetewî ya şerê dijî Daiş Brett McGurk îro yekşemê li Bexdayê ji peyamnêran re got Daiş ketiye xefkê de û hêzên Îraqî doh derengî şev riya dawî ya Mûsilê kontrol kirin.

Hêzên Îraqî niha li aliyê rojavayê Mûsilê şerê Daiş dikin pişt rizgarkirina aliyê rojhilat bi temamî meha çelle.

McGurk got:

“Li gel dijwarî û bilindbûna asta şer, rizgarkirina Mûsilê nêzîke.“

Piştgiriya esmanî ya koalisyonê ji bo hêzên Îraqî pir girînge ji aliyê bidestxistina navçeyan ve, ji parêzgeha Enbar a rojava û newala çemê Dîcle ta Mûsilê.

McGurk got koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka, ji dema destpêkirina helmeta dijî Daiş ve berî bêhtirî du salan ta niha, 180 serkirdeyên Daiş kuştine.

XS
SM
MD
LG