Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gurûpeke Girêdayî al-Qaîde Berpirsiyariya Êrîşên Dîmeşqê Ragihand


Gurûpeka girêdayî al-Qaîde îro yekşemê berpirsiyariya xwe ragihand li doteqînên doh şemiyê li Dîmeşqa paytexta Sûriyê.

Gurûpa bi navê Komîta Rizgarkirina Şamê di daxuyaniyekê de got ku êrîş ji aliyê du êrîşkerên wan ve pêk hatibûn, û got armanca êrîşan milîtanên alîgirên Îran û hikûmeta Sûrî bûn. Gurûpê êrîşkerên xwekuj bi navên Abû Omar û Abû Aîşa dan nasîn.

Hikûmeta Sûrî dibêje 40 kes di êrîşê de hate kuştin lê çavdêriya Sûrî ya mafê mirov dibêje jimara kuştiyan gihîştiye 74 kesan.

Êrîşên Dîmeşqê diyar dikin ku çekdarên Sûrî hîn dikarin kûr derbasî nava bajêr bin li gel ewlekariya tund û hebûna bi dehan xalên vekolînê ku nasnameya xelkê û erebeyên wan dişopînin.

Ragihandina berpirsiyariyê êrîşan tê di demekê de ku gurûpa Feth al-Şam a girêdayî al-Qaîde hewil dide xwe bide nasîn wek tenê hêza çalakdar a ku dijberiya rêjîma Esed dike li Sûriya ku piraniya xelkê wê Misilmanên Sunnî ne.

XS
SM
MD
LG