Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd bi Jimarên Mezin li Tirkiyê Tên Girtin Berî Cejna Newrozê


Li dirêjiya hefteyekê nêzîkî hezar çalakvanên Kurd li Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Desthilatdar dibêjin armanca girtinan nehîştina çi êrîşan e ku renge ji aliyê çekdarên PKK ve bibin.

Parlemanterê HDP Ertugral Kurkcu, dibêje sedemên girtinan siyasî ne.

Wî got:

“Kesên girtî hemî çalakvanên xwecihî ne. Hikûmet dixwaze çalakvanên Kurd dûrî meydanan û çalakiyên siyasî bin. “

HDP di helmetekê de ye li dijî referandoma meha bê ya li dor guhertinên destûra Tirkiyê ku dê desthilatên serok Recep Tayyip Erdogan berferehtir bikin.

Xemên ewlekariyê her wiha derketin holê li dor qedexekirina cejna Newrozê li bajarên wek Anqera û Istanbolê.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ku bingeh li Amerîka ye, di raportekê de îro duşemê bal kişand ser desteserkirina li dijî gurûpên Kurdan li Tirkiyê.

Vekolera HRW Emma Sinclair Webb dibêje dema van girtinan û asta wan ew cihê xemê ne.

Wê got:

“Di derbarê referandomê de, desteserkirineke mezin li Kurdan dibe li Tirkiyê û her wiha li dijî partiya duyem a opozisyonê di parlemanê de, ku gelek endamên wê di zîndanê de ne, di nav de jî serkirdeyên partiyê.“

Hikûmet van gotinan red dike û dibêje ew tenê şerê terorê dike.

XS
SM
MD
LG