Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Êrîşa li Yaneyeke Şevê 1 Kuştî û 14 Birîndaran Encam Dide


Berpirsên bajarê Cincinati yê wîlayeta Ohio dibêjin îro yekşemê di yaneyeke şevê de bi kêmanî 15 kes hatin gullebarankirin .

Alîkarê berpirsê polîs Paul Neudigate got yaneya Camio di rewşeke gelekî metirsîdar de bû.

Wî got bi sedan kes li yaneyê bûn dema kesê êrîşker ew gullebarankirin

Tilfizyona xwecihî WLWT ragihand ku metirsî li ser jiyana gelek birîndaran heye û berpirsan hîn kes negirtine.

Desthilatdar dibêjin renge bêhtirî kesekî êrîş pêkanîbe.

Hîn ne diyare sedemên êrîşê çine.

XS
SM
MD
LG