Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Operasyona Reqa di Serê Nîsanê de Destpê Dike


Şervanên HSD'ê li nêzî Reqa
Şervanên HSD'ê li nêzî Reqa

Reuters'ê do Yekşemê ragihand ku hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wê dike, navçeya Karama ya nêzî Reqa ji dest DAIŞ’ê sitand.

Yek ji fermandarên HSD’ê Dijwar Xebat dîyar kir ku operasyona Reqa dê di serê meha Nîsanê de destpê bike.

Xebat, ew agahî li Karama, ku navçeya dawî ya li rojhilata Reqa ye, dema pirsên rojnamevanan dibersîvandin da. Karama, 18 kîlometre ji Çemê Ferat dûr e.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku HSD’ê herêma Karama hema hema bi temamî bi dest xwe xistîye, lê pevçûn li wir cî bi cî didomin.

Li rojavayê Reqa jî, HSD hewil dide ku Tabqa ya li başûrê Ferat e, tevî bendava li ber ji dest DAIŞ’ê derxîne.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê jî 55 kîlometre nêzî Tabqa bûne, lê Xebat dibêje ku hêza hikûmetê têra sitandina Tabqa nake.

Pêşengîya HSD’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike ku Tirkîyê wê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

XS
SM
MD
LG