Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerekî Amerîkî Di Doza Zanîngeha Trump de Lihevkirinekê Erê Dike


Dadwerekî Amerîkî lihevkirineke bi nirxra 25 milyon dolar erê kir, di dozeke yasayî de li dijî serok Donald Trump û zanîngeha wî ya ku niha Hatiye rawestandin.

Xwendekarên zanîngehên idîaa kirin Trump bi awakî sexte ji wan re dupatkiribû ku simînarên wî yên li dor kirîn û firotina xaniyan dê alîkartiya wan bike di bazara kar de.

Hin xwendekaran 35 hezar dolar dabûn da tevlî zanîngeha Trump bibin.

Biryara dadwerê navçeyî Gonzalo Curiel dawiyê li vê doze tîne ku Trump berê gotibû ewê çi lihevkirinan neke, lê piştî serkeftina di hilbijartinan de wî biryar da lihevkirinekê bike û got wî dem nîne ji bo dadgehan.

Curiel got lihevkirina 25 milyon dolar ew tiştekî balkêş bû ji ber ku dê nêzîkî 80 ji sedî ji pereyên xwendekaran li wan vegerin.

Trump sala borî, di helmeta hilbijartinan de, dadwerê jidayîkbûyê Amerîka Curiel tawanbarkir ku nikare bêalî be di vê doze de ji ber ku ew ji binemaleke Meksîkî ye.

Axaftinên Trump gelek kes xeyidandin.

XS
SM
MD
LG