Gereka din ya danûstandinên aştî ya Sûrîye bidawî hat lê careka din Cenevre 5 weko hewlên berê encam bixweve negirtîn, karbidestên oposizyona Sûrî piştî kombûnên Astana û yên Moscow niha dibêjin, çareserî bo şerê 6 salan a Sûrîya bi dawî nayê eger Amerîka beşdar nebe.
Digel bidawî hatina Cenevre 5, Encumena Nîştimanîya Kurdan tevlîbûna xwe di desteya blind a danûstandinên Sûrîye ragirtin weko nerazîbûn liser berçav negirtîna daxwazên Kurdan li Sûrîye pêşerjê.
Bernamê Tîrêj bo zanyarîyên liser vê mijarê mihvandarîya Sekretêrê partîya yeketîya Demokrata Kurdistanê/Sûrîye Dr. Kamîran Haj Ebdo kir. Birêz Abdo dibêje, "em karî bo welatekî pir Ol û netewe û demokrat dikin"