Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Jibo Referanduma Qanûna Bingehîn Dengdayîn Destpêkir


Li 81 bajarên Tirkîyê ji bo guhertina 18 xalên qanûna bingehîn dengdayîn destpêkir.

Bi destpêka dengdayînê qedexeya propagandaya partîyên siyasî jî destpêkir ku tu partî roja dengdayînê nikarin propaganda "erê" an jî "na" bikin.

Li gor ragihandina peywirdaran niha li gelek dibistanan di derbarê dengdayînan de pirsgirêk derdikevin holê û ji ber ku li piranîya dibistanan jî ji bo kesên pîr û astengbaran alternatif tuneye gelek kesan dengên xwe bikar nanîye.

Turkey referandum
Turkey referandum

Herwiha Gelek parlementeran jî ji sibê de dengên xwe bikar anîn

Ahmet Yildirim ku Patlementerê Partîya Demokratîka Gelan (HDP) ji Dengê Amerîkayê re qala krîtîka roja îroj dike û dibêje hilbijartin divê bi usûla demokrasîyê pêk bê "

“ji destpêka kempeyna “na” hey aniha me di şert Û mercên zermet de xebatên xwe kir. Me ji bo ewlehÎya sindoqan li gor hemû astengîyan kare xwe bi rêk û pêk kir û em ê xwedî li sindokan derkevin Û heya dawîyê amadekaîya me xurt e.”

Hejayê gotinê ye ku bi şerê li herêma Kurdan gelek navçe hatibûn tar û mar kirin û li gelek cîhan ji ber vê xerakirina gelek dibistanan deng nayên bikar anîn

XS
SM
MD
LG