Lînkên eksesibilîtî

Tirkiyê: Rojnamegerên Kurd Qala Zextên Li Ser Rojnamegerîyê Dikin


Muhamed Dogru û Gunay Aksoy

Rojnamegerên Kurd Gunay Aksoy û Muhammet Dogru ji Denge Amerîkayê re qala zextên li ser rojnamegerîya Kurdî dikin.

Gunay Aksoy edîtora Ozgur Gundemê bû ku bi îlankirina rewşa awarte hate girtin niha bi navê Ozgurlukçu Demokrasî yê derdikeve

Gunay Aksoy dide zanîn ku çapamenîya Kurdî xwedî bingeheke dîrokîye û dibêje em li ser şopa vê dîrokê dimeşin

“25 salin li ser ewqas qetlîam,girtin û sirgûn kirine dîsa jî çapemenîyeke pir xurt heye. Gelek saziyên çapemenîya Kurdî hene Rojeva Kurdîstan li ser şopa Azadîya Welat, Ozgurlukçû Demokrasî jî li ser şopa Ozgur Gundemê dimeşe.”

Muhamed Dogru, nûçegihanê Ajansa Nûçe ya Dicleyê bû ku ew jî di rewşa awarte de di girtîgehê de bû qala zindankirina xwe dike û dibêje ez bi sedema nûçeyên xwe hatin girtin.

“ez li ser nûçeyên xwe hatim girtin û li zindanê rastî gelek bêhiqûqîyan hatim. Di rewşa awarte de ez di zindanê de bûm û mafê girtîyan dihat binpê kirin.”

Hêjayê gotinê ye ku yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistan di 22 nîsana 1898 de,li Misirê ji hêla Miqdad Midhat Bedirxan ve hate belavkirin û ew roj wekî roja rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin

XS
SM
MD
LG