Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Endamên Polîs di Êrîşeke Xwekujî de li Başûrê Mûsilê Tên Kuştin


Sê endamên polîs ên Îraqê îro yekşemê di êrîşeke xwekujî de li başûrê Mûsilê hatin kuştin, li gor çavkaniyên ewlekariyê.

Berpirsekî polîs ji ajansa Rueters re got gurûpeka ji 10 êrîşkeran, di nav de çar kesên xwekujî, hewil dabûn derbasî bingeheka helîkupter a polîsê Fedralî bin li el-Irêj.

Wî got sê endamên polîs û sê êrîşker hatin kuştin. Polîs da dû êrîşkerên din lê wan karibû birevin, berpirsê polîs got.

Ajansa Aamaq a nûçeyan a girêdayî Daiş got êrîş ji aliyê du endamên wan ve pêkhatibû ku kemberên xwe yên teqîner vekirin piştî ku fîşekên wan neman.

Ev yekem êrîşa mezin a dijî hêzên hikûmetê ye piştî rizgarkirina navçeyê ji Daiş di şibatê de.

Çend kampên xelkê bêşûnûwarebûyî ji Mûsilê li bajarokê Hemmam el-Elîl hene, ku her wiha navenda operasyonên rêxistinên navnetewî yên alîkariyan e.

Daiş niha li aliyê bakurê rojavayê Mûsilê dorpêçkirî ye, ku bajarê Kevnar li wir e, û her wiha mizgefta mezin el-Nûrî, cihê ku serkirdeyê gurûpê Ebû Bekir el-Bexdadî lê “xîlafet “ ragihand di sala 2014an de.

XS
SM
MD
LG