Lînkên eksesibilîtî

Pentagon Bang li Hemî Aliyan li Bakurê Sûriyê Dike ku Bala xwe Bidin Şerê Daişê


Peyvdarê Pentagon Adrian Rankine-Galloway doh înê di hevpeyvînekê de li gel Kenala el-Hurra behsa girjiyên dawî kir di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demukrat de.

Wî got:

“Em agahdarin li dor pevçûnên di van du rojên borî de, û em bang li hemî aliyan dikin ku bala xwe bidin ser kêşeya sereke, têkbirina Daiş ku ew gefa herî mezine li ser aştî û aramiya wê herêmê ye.”

Di derabarê erka hêzên Amerîkî û hebûna wan li bakurê Sûriyê, Rankine-Galloway got:

“Çi guhertin nebûye di erka Amerîka de li ser erdê li Sûriyê. Em berdewam in di dabînkirina rawêjkariyê de ji bo hêzên hevkarên xwe, Hêzên Sûriya Demukrat. Ew operasyonan birêve dibvin li seranserî bakurê Sûriyê, ji sînorê Îraqê ta rojavayê çemê Ferat.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wî got:

“Ez naxwazim behsa hûrbîniyên kare hêzên Amerîka li ser erdê bikim ji ber sedemên ewlekariya operasyonan li wir.”

Tê zanîn ku doh înê hin girteyên vîdyo hin tankên Amerîka diyar kirin ku hin raportan digot ew belavbûna hêzên Amerîkî ye li wan navçeyan.

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG