Serokê Amerîka Donald Trump dê parekê ji roja xwe ya 100î wek serokê Amerîka li wîlayeta Pênsilvênya derbas ke, di demekê de ku xwepêşandan li dijî wî dibin.
Serok dê biryareka cîbecîkar îmze ke li navenda Pênsilvênya, ku dê rêveberiya wî pêdaçûnekê li dor rêkeftinên bazirganiya niştimanî bike.
Armanca biryarê ewe ku nasbikin ka hevkarên bazirganî yên Amerîka danûstandike dadmend li gel Amerîka dikin an na di rêxistina cîhanî ya bazirganiyê de ku ji 164 welatan pêk tê.
Trump dê piştre mîvandariya rêveçûneke piştgirên xwe bike li Harrisburga paytext.
Ev rêveçûn tê di heman rojê de ku xwepêşandanên dijî Trump dibin ji aliyê demukratan û rêxistinên din ve.
Di axaftina xwe ya radyo ya heftane de, Trump got 100 rojên yekem ên rêveberiya wî ew “rojên herî serkeftî bûn di dîroka welatê me de. “
Roja Trump a 100î her wiha dikeve roja şîvxwarina peyamnêrên Koşka Sipî ku serokên Amerîka lê amade dibin. Trump îsal ew boykut kiriye ji ber nerazîbûna wî ji Medya.