Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelid Omer: Tankên Amerîkî Derbasî Rojavayê Kurdistanê Bûne


Piştî topbarana artêşa Tirkiye ji çend deverên kurdî re li bakurê Sûriyê bi armanckirina hêzên YPG li herêma Kurdî, rewşeke nearam û metirsîdar peyda bû ku bû cihê nerzîbûna xelkên herêmê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Xalid Omer re kir, ku li Qamişlo bicî dibe da ku rewşa heyî zelal bike û nûçeyên di derbarê hebûna tankên Amerîkî li herêmên kurdî zelal bike.

Birêz Omer anî ziman ku, tankên Amerîkî bi çavan hatin dîtin çawa ew ji bajarokê Amûdê ber bi Dêrikê ve diçin, û tekez kir ku rêveberiya xweser di pêwendiyan de ye ji bo wergirtina alîkariya fermî ji hikûmeta Amerîkî.

Omer, herwiha dibêje, "helmeta li ser rûpelên medya civakî ji bo herêmeke ewleh û bê firîn, ji piraniya xelk û hin partiyên siyasî ve hate pejirandin."

Hevpeyvîna Xalid Omer-4-29-2017-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG