Komandarekî Îraqî pêşbîniya derxistina Daiş ji Mûsilê dike di meha Gulanê de, li gel berxwedana çekdarên wan li navçeyên bi qebalix ên bajarê kevnar.
Rojnameya dewletê el-Sebah îro yekşemê ji ser zimanê general Osman el-Xanmî ragihand ku şer dê di nîrê “ bi piranî sê hefteyan de” bidawî bê.
Çekdar di nav xelkê sivîl de xendekan dikolin û operasyonên xwekujî dikin li beramber êrîşên hêzên Îraqê da wan nehêlin derbasî bajarê kevnar bin ku mizgefta mezin a el-Nûrî vedihewîne, cihê ku serkirdeyê Daiş ebû Bekir el-Bexdadî xîlafeta xwe ya Îraq û Sûriyê lê ragihand.
Neteweyên Yekgirtî bawere ku derdora nîv milyon kes li herêmên bin destê Daiş de dimînin, 400 hezar ji wan di bajarê kevnar de ne, li gel xwarin û ava kêm û her wiha nebûna nexweşxaneyan.
Çekdarên Daiş komkujî di derheqê civakên ne Mislimanên Sinnî de pêk anîn û cezayên giran didin Sinnî yên ku li gor wergerandina wan a Îslamê tevnagerin.