Lînkên eksesibilîtî

Pentagon Navê Serbazê Amerîkî yê li Somalê Hatî Kuştin Diyar Dike


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagon ragihand ku serbazê hêzên deryayî yê Amerîka yê li Somalê kuştin di dema şerê dijî gurûpa teroprîst el-Şebab de ew Kyle Miliken e, serokê hêzên taybet ên şer.

Pentagon di daxuyaniyekê de got Miliken ê 38 salî roja pêncşemê hate kuştin dema balafireke Amerîka rastî êrîşekê hat ku serbazên hin somalî dadixstin li herêmeka 65km li rojavayê Mogadîşo ya paytext.

Miliken ew yekem serbazê Amerîkî ye tê kuştin li Somalê ji dema şerê mirdarê sala 1993an ve.

Serkirdeyekî leşkerê Amerîka ji Dengê Amerîka re got bi kêmanî du serbazên din ên hêzên deryayî û wergêrekî birîndar bûn di êrîşa gundê Barire de li rojavayê Afgoye.

Komandariya Amerîkî ya Afrîqî ku berpirsiyar e li dor operasyonên leşkerî yên Amerîkî li Afrîqa, got hêzên Amerîkî rastî êrîşê hatin di dema erkeke rawêjkarî û alîkariyê de li gel hin endamên artêşa niştimanî ya Somalê.

XS
SM
MD
LG