Lînkên eksesibilîtî

Di Encama Rûdaneke Trafîkê de li Tirkiyê 23 Kes Jiyana xwe ji Dest Didin


Map of Izmir, Turkey

Desthilatdarên Tirkiyê dibêjin bi kêmanî 23 kesan jiyana xwe jidest da û 11 kesên din di rewşeke xerab de ne piştî ku baseke geştiyarî li ser riyeke çiyayî di newalekê wer bû.

Cîgirê parêzgarê parêzgeha Mugla, Kamil Koten, ji ajansa Anadol re got şifêrê basê ew jî di nav kesên mirî de ye û piraniya kesên mirî jin in.

Parêzgar Amir Cicek got bas serobinî bû di demekê de ku ji parêzgeha Izmir diçû Mamaris, ku cihekî geştiyarî ye.

Cicek got hemî sernişînên basê ew welatiyên Tirkiyê bûn, sedema rûdanê ne diyare, û vekolîn berdewam in.

Anadol got ew bas yek ji karwanekî şeş basan bû ku jin û zarok bo geştekê dibirin, bi boneya roja dayîkê.

XS
SM
MD
LG