Lînkên eksesibilîtî

G-7 Demekê Dide Amerîka ji bo Bersiva Mayîn an Derketina Ji Rêkeftina Parîsê


Heft welatên maldar ên cîhanê di kombûna xwe ya salane de gihîştin rêkeftinekê ku demekê bidin rêveberiya Trump ji bo bersiva dawî ya Amerîka li dor pilana mayîna di rêkeftina Pareîs a keşûhewayê de.

Kesekî agahdar li dor axaftinan ku nexwest navê xwe diyar bike got şeşan ji heft welatên mezin rêkeftina Parîsê himbêz kir û ew li benda Amerîka ne ku biryara xwe di vê derbarê de bide.

Çavkaniyê her wiha got Gurûpa 7 hîn li hev nekirine li ser daxuyaniyekê li dor bazirganiyê û gelo pêwîst ew siyaseta parastina berhemhênanan niştimanî protesto bikin wek berê an na.

G-7 di kombûna berê ya Japonê de sala 2016an erê kir li ser” şerê hemî rengên xweparastinê.“ an jî bikaranîna bac û pîvanan di berjewendiya berhemên navxweyî de.

Serokê Amerîka Donald Trump li dijî daxuyaniyên wiha ye û dibêje bazirganî divê balanskirî, dadmend, û her wiha azad be.

Wezîrê xezîneya Amerîka, Steven Mnuchin dibêje Amerîka maf heye ku xwe biparêze eger rêkeftinên bazirganî zorê bidin ser karker û kompaniyên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG