Lînkên eksesibilîtî

 Sûriyê Ji Îranê Daxwaza Piştgiriya Darayî Dike ji bo Mîlîtanên Şîiî li Sûriyê


Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Îranê kir ku çavdêrî û piştgiriya darayî pêşkêşî hezaran mîlîtanên Şîiî bike ku li gel hêzên Sûrî û Rûsî piştgiriya serok Beşar Esed dikin, li gor çavkaniyeka hikûmetê û raportekê.

Malpera Sûrî ya nûçeyan Zeman el-Wesil ku alîgiriya Opozisyonê dike ragihand ku dekumenteka wezareta berevaniya Sûrî diyar dike rêjîma Esed erê kiriye li ser pilanekê ku Îran berpirsiyariya darayî ya şervanên biyanî, yên piraniya wan Şîiî ne, bide ser milê xwe.

Piraniya şervanên Şîiî pareyên xwe ji Îran, hikûmeta Sûrî û partiya Hizbullah werdigrin, li gor çavdêran.

Îran dê di demên pêş de bi tenê van pareyan bide, li gor berpirsekî Sûrî ku ji Dengê Amerîka re got û nexwest navê xwe diyar bike. Ew wiha raporta Zeman el-Wesil piştrast dike.

Berpirs got:

“Jimara mîlîtanên Şîiî bi awakî berbiçav di van du mehên borî de bilind bûye . em behsa 50 hezar mîlîtan dikin ji gelek welatan. Hikûmeta Sûrî daxwaz dike ku Îran Pareyan ji bo wan hemiyan dabîn bike. “

Dekumenta Zaman el-Wesil dibêje jimara wan mîlîtanan 88,733, ku li gor şîrovekaran jimareke bilind e û li ser erdê ev jimar nîne.

XS
SM
MD
LG