Lînkên eksesibilîtî

Dijberên Trump Xwepêşandanên Dijî wî li 135 Bajaran li Dar Dixin


Xwepêşandana Bajarê New Yorkê.

Îro şemiyê xwepêşandan li bêhtirî 135 bajrên Amerîkî û her wiha li derveyî Amerîka tên lidarxistin ku daxwaza vekolînên bêalî dikin di pêwendiyên berguman di navbera helmeta serok Trump û Rûsya de dema hilbijartinên serokatiya Amerîka.

Xwepêşandana bi navê “ Rêveçûna ji bo Rastiyê“ hat organîzekirin ji aliyê koalisyoneka niştimanî ve di navbera 17 gurûpên çalakvan de, di nav de jî Rêveçûna Jinan û Demukratên Pêşverû yên Amerîka.

Koalisyon daxwaz dike ku komîteke serbixwe bête damezrandin ji bo çavdêriya vekolîneka bêalî bike û ev vekolînên niha yên Kongrêsê ji berjewendiyên partîtî azad bin.

Hêjayî gotinê ye, çar vekolîn ji aliyê kongrêsê ve dibin li dor girêdana helmeta Trump bi destêwerdana Mosko di hilbijartinên serokatiya Amerîka de.

Li gel wan jî, wezareta dadweriyê rêvebirê berê yê FBI Robert Mueller wek rawêjkarê taybetê vekolînên di vê derbarê de destnîşan kir.

Vekolînan destpêkir piştî ajansên Amerîka yên Agahdariyê gihîştin encamekê ku sala borî Rûsya kompyûterên Komîta Niştimanî ya Demukratan hack kiriye da ku ziyanê bigihînin kandîda demukrat Hillary Clinton.

Xwepêşander her wiha daxwaz dikin ku Trump doseya Taksên xwe yên kesayetî derxe. Trump vê yekê red dike, û çi yase nîn in ku bihêle Trump Taksên xwe bi darê zorê diyar bike.

XS
SM
MD
LG