Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengbêja Amerîkî Ariana Grande Dê Ahengekê li Manchestera Birêtanî Li Dar xe


Ariana Grande
Ariana Grande

Wek bersivdan ji êrîşa terorîst a bajarê Manchester ê Birêtanî re, dengbêja Navdar Ariana Grande dê îro ahengekî li wir li dar xe.

Ahenga bi navê One Love Mancherster dê di dema xwe de bibe lê pîvanên ewlekariyê dê bilind bin.

Polîsê Manchester dibêje dê asta ewlekariyê bilindtir bikin û dê polîsên çekdar û xalên vekolînê li derdora ahenge hebin.

Tê zanîn, di roja 22 meha borî de ahenga Grande li Manchester hate êrîşkirin û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da.

Gelek dengbêjên navdar dê tevlî Grande bin wek Katy Perry, Cold Play, Jistin Beiber û hinekên din.

Grande di van rojên dawî de serdana hin birîndarên êrîşa Manchester kir ku li nexweşaneyan tên dermankirin.

XS
SM
MD
LG