Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Heşd el-Şaabî Bajarokekî Stratîjî li Rojavayê Mûsilê Dorpêç Dikin


Serkirdeyekî mezin ê hêzên Heşd el-Şaabî ku piştgiriya hikûmeta Îraqî werdigrindibêje hêzên wî bajarokekî sereke li rojavayê bajarê Mûsilê ji bin destê Daiş rizgar kir.

Ebû Mehdî el-Muhendis, cîgirê serkirdeyê Heşd el-Şaabî di daxuyaniyekê de dibêje hêzên wan îro yekşemê derbasî navenda bajarokê Beaj bûn.

El-Muhendis got ev pêşketin “destkefteke mezin û nimûneyî ye “ di operasyona ku Amerîka piştgiriya wê dike de ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê, ku di meha 10 a sala borî de dest pê kiribû.

Bajarokê Beaj ku li nêzîkî sînorê Sûriyê ye, yek ji hêlên girîng e ji bo dabînkirina alîkariyan bo çekdarên Daiş li seranserî Sûriyê.

Hêzên Heşd el-Şaabî ku Îran Piştgiriya wan dike û gelek mîlîtanên Şîiî vediheîne, ji meha 10 a sala borî ve operasyonan li beyabana rojavayê Mûsilê birêve dibe û hewil dide rê li çekdarên Daiş bigre.

XS
SM
MD
LG