Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşeke Nû Dibe Ser Hêzên ku Piştgirîya Hikûmeta Sûrîyê Dikin


Herêma al-Tanf ya Sûrîyê
Herêma al-Tanf ya Sûrîyê

Reuters’ê ragihand ku Amerîka îro Sêşemê, li başûrê Sûrîyê dijî hêzên ku Îran piştgirîya wan dike êrîşeke esmanî li dar xistîye û girjîya di navbera Washingtonê û hêzên alîkarîya Şamê dikin de careke din zêde bûye.

Pentagon, ku ji şerê navxweyî yê Sûrîyê dûr disekine û giranîya xwe dide ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê, di 18’ê Gulanê de êrîşeke wisa li dar xistibû û Şamê nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Di rojên dawî de, karbidestên Amerîkî dubare hişyar kiribûn ku divê hêzên din, li el-Tanf ya li başûrê Sûrîyê, nêzî herêma ewle ya hêzên taybet yên Amerîka û leşkerên ku Amerîka piştgirîya wan dike, nebin.

Rûsya û hevalbendê wê Sûrîye jî li ser herêma ku di bin kontrola hêzên Amerîkî de ye li hev kirine.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku hêzên ku piştgirîya rejîmê dikin, bi tank, firokşikên, wezayîtên bi zirx û bi 60 leşker ketine herêma ewle.

‘’Koalîsyon naxwaze bi rejîma Sûrîyê yan hêzên ku piştgirîya wê dike re şer bike, lê ger ew di herêmên ewle kevin jibo parastina xwe amade ye.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Serhildayên Sûrî yên ku Amerîka piştgirîya wan dike Tanf par ji destê DAIŞ’ê sitandibûn. Jêderên îstixbarata herêmî dîyar dikin ku serhilda dixwazin di ser Tanf’ê re xwe Bukamalê gêhîjinin ku li ser sînorê Îraqê yek jî girîngtirîn navendên DAIŞ’ê ye.

XS
SM
MD
LG