Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Plankerê Her Du Êrîşên Hefteya Borî Kuşt


Îran dibêje wan alîgirê Daiş ê ku êrîşên hefteya borî pilan kiribûn kuşt.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA îro yekşemê ji ser zimanê wezîrê agahdariyê Mehmûd Elewî ragihand ku kesê berguman, piştî êrîşan, ji Îranê derket welatekî cîran, lê ew ji aliyê endamên agahdariyê ve ”hate şandin bo dojehê” .

Elewî çi agahiyên berfereh dabîn nekirin û ne jî çi belge pêşkêş kirin.

Tê zanîn roja çarşemê 5 êrîşker derbasî nava Parlemana Îranê û cihekî ayînî yê serkirdeyê şoreşgerî Ayetullah Rûhullah Xumeynî bûn, li dijî hêzên ewlekariyê ketin pevçûnan û di encamê de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin.

Îran dibêje êrîşker, ku hemî hatin kuştin, ew alîgirên gurûpa Daiş li Sûriyê û Îraqê bûn.

Ew dibêje bi dehan kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG