Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê Renge Bihêlin Hin Welatiyên Qeter Li Ba Wan Bimînin


Welatên Behrên, Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî nîşan dan ku renge ew bihêlin hin welatiyên Qeter li welatên wan bimînin di demekê de ku pêwendiyên wan ên dîplomasî li gel Qeter gihîştine asteke pir lawaz.

Di heman demê de Qeter soz da ku welatiyên van welatan dikarin bi azadî li Qeter bimînin.

Ev sê welatên Kendavê di 5ê vê mehê de pêwendiyên xwe li gel Qeter birrîn li dor idîayên piştgiriya Qeter bo terorîstan û girêdana li gel Îranê.

Wan biryar da ku di nava 14 rojan de hemî welatiyên Qeterî ji welatên wan derkevin, û bang li welatiyên xwe yên li Qeterê kir ku ji wir vegerin.

Vê biryarê tevliheviyek di nav welatên kendavê de derxist holê ji ber ku welatiyên van welatan bi awakî normal karên xwe li van welatan birêve dibirin.

Hersê welatan di vê derbarê de, îro yekşemê daxuyanî derxistin û tê de handeriya malbatên xwedî nasnameyên têkel kir ku pêwendiyan li gel wezaretên navxweyî yên welatên ew lê dimînin bikin ji bo çareserkirina aliyê mirovahiyê rewşa wan.

XS
SM
MD
LG