Leşkerên Îraqî dibêjin wan xaleke sînorî li gel Sûriyê ku di bin destê gurûpa terorîst Daiş de bû rizgar kir.
Komandariya Îraqî ya hevbeş a operasyonan, îro şemiyê di daxuyaniyekê de got, hêzên êlî û polîsê sînorî bi piştgiriya balafirên Îraqî û koalisyona navnetewî, beşdar bûn di operasyona kontrolkirina xala sînorî el-Welîd de.
Xala el-Welîd a li rojavayê Îraqê, di sala 2015an de ketibû bin destê çekdarên Daiş di çerçoeya hewildanên gurûpê yên kontrolkirin û nehêştina tevahiya sînorê Îraq û Sûriyê, ji bo avakirina Xîlafeta xwe.
Di van mehên dawî de çekdarên Daiş li beyabanên rojavayê Îraqê ketine bin fişareke mezin ji aliyê hêzên hikûmetê ve.