Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Pêşniyara Axaftinên Nû yên Asîtana Dike li Dor Sûriyê


Mîxaîl Bogdanov
Mîxaîl Bogdanov

Rûsya roja 4ê Tîrmehê pêşniyar kir wek destpêka gereke du rojan a axaftinên aştiyê yên Astana li dor Sûriyê.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov îro şemiyê di axaftineke xwe ya ku ajansa TASS belav kir de, got:

“Em van du rojan pêşniyar dikin û diyare hemî aliyan bixêrhatina vê yekê kiriye. “

Rûsya, Tirkiyê, û Îranê, ku piştgiriya aliyên dijber dikin di şerê hovane yê Sûriyê de, îsal piştgiriya jimarek gerên axaftinan kirin li Astana, û aliyê hikûmet û serhildêrên Sûrî li hev kom kirin.

Gera Tîrmehê ya guftûgoyan, pêşbîne ronî bide berferehiyên dawî yên rêkeftina bi navê Herêmên Aram li Sûriyê.

Bogdanov got Rûsya her wiha çavlirê ye pêşketin di derbarê rewşa Sûriyê de derkevin holê di kombûna 7ê Tebaxê ya gurûpa G20 de ku dê li Almanya bê lidar xistin.

XS
SM
MD
LG