Lînkên eksesibilîtî

Li London 650 Mal Têne Valakirin bi Sedema Pirsgirêkên Agir


Civateka xwecihî li Lonodonê dibêje wê derdora 650 mal ji rûniştvanên wan valakirin piştî dîtina hin pirsgirêkên girêdayî pîvanên parastina ji agir di çar bircên rûniştvaniya giştî de.

Ev valakirin tê piştî rûdana agir a avahiyeke rojavayê Londonê ku di encamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Civata Camden Borough îro şemiyê di daxuyaniyekê de got wê gelek rûniştvan li penagehên demkî bicih kirine, di demekê de ku otêl ji gelekên din re hatin dabîn kirin.

Civat kar dike li gel polîs, tîmên agirkuj û xaça sor a Birêtanî ji bo alîkariya kaesên ku ji malên wan tên derxistin.

Seroka civatê Georgia Gould ji tilfizyona Sky News re got wan 270 ode li otêlan û 100 cihên pirojeyên xwecihî yên rûniştvaniya giştî ji xelkê re dabîn kirine û ew ji taxên hevsînor daxwaza piştgiriyê dikin.

XS
SM
MD
LG