Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Tirkiyê Rêveçûna Hevregezan a Yekşemê Qedexe Dikin


Desthilatdarên Tirkiyê ragihandin ku dê rêveçûna hevregezan a biryar bû sibe Yekşemê bê li darxistin qedexe bikin.

Nivîsîngeha parêzgarê Istenbolê îro şemiyê got sedema qedexekirina xwepêşandanê parastina beşdar û geştiyaran û her wiha aramiya giştî ye.

Çalakvanên hevregez li ser medya civakî ragihandin ku dê li meydana Taksîm rêveçûnekê organîze bikin.

Nivîsîngeha parêzgar got meydan nehatibû destnîşankirin ji bo xwepêşandanan û wan daxwazeke fermî di vê derbarê de wernegirtiye.

Wê her wiha got gelek gurûpan “riyanksyonên rijdî “li dijî vê xwepêşandanê diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2014an de bêhtirî 100 hezar kes tevlî rêveçûneke hevregezan bûn di yek ji mezintirîn kombûnên pîrozkirina mafên hevrezan de li cîhana Misilman. Ji wê demê ve desthilatdaran kombûnên wiha qedexe kirine.

XS
SM
MD
LG