Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dostaniya Mueller û Comey Cihê Dilgiraniyê ye


 Robert Mueller û James Comey
Robert Mueller û James Comey

Di yekem hevdîtineke rû-bi-rû di şeş hefteyan de, serok Donald Trump got “pir cihê dilgiriyê ye” ku kesê serkirdayetiya vekolînên girêdana helmeta wî li gel Rûsya dike ew dostê rêvebirê FBI yê berê James Comey ye.

Trump di hevdîtina xwe ya li gel FOX News de, ku roja Înê hatibû belavkirin, got rawêjkarê taybet Robert Mueller “ pir û pir dostê Comey ye, ev jî cihê dilgiraniyê ye.“

Serok her wiha pêşniyar kir ku Mueller renge pêwîste bi rengekî ji rengan dest ji kar berde û got “divê em binerin çawa dibe.”

Raporteke ajansa Associated Press dibêje Comey û Mueller ne navdarin bi dostaniya nêzîk bo hev. Wan tenê bi hev re kar kir li wezareta Dadmendiyê di dema rêveberiya George W. Bush de.

Dozgerê fedralî yê berê David Kelley dibêje Mueller û Comey serdana malên hev nekirine û kêm caran digihin hev.

Tê zanîn, wezareta dadmendiyê rêvebirê berê yê FBI Mueller wek rawejkarê taybet destnîşan kir da serkirdayetiya vekolînan bike piştî ku Trump Comey ji kar dûr xist.

XS
SM
MD
LG