Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxwaza Ereban Red Dike û Dibêje Dê Hêzên Tirkiyê li Qeterê Bimînin


Serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dibêje ew dê hêzên Tirkiyê ji bingeha wan a li Qeterê nekşîne.

Wî daxwaza welatên mezin ên Ereb red kir li dor kişandinna van hêzan wek gavek ji bo bidawîanîna kirîza welatê Qeterê.

Di axaftina xwe de, piştî nimêja cejna Remezanê li Stenbolê, Erdogan daxwaza Ereban wek “bêrêzî “ binav kir û got dê welatê wî rêdanê ji aliyên din nexwaze dema ew rêkeftinên xwe yên berevaniyê dike.

Parlemana Tirkiyê demekê berê vê mehê rêkeftina 2014an a li gel Qeterê pesend kir û rê da şandina hêzan bo bingeha xwe ya li wir.

Erdogan got lîsta 13 xalên daxwaza welatên Ereb, ku niha Qeter pêdaçûnekê jê re dike, ew li dijî yaseya navnetewî ye.

Wî got dê Tirkiyê berdewam be di piştgiriya Qeterê de li dijî cezayên ku ew rastî tê.

Ew dibêje “Em dibînin tiştê dibe êrîşe li dijî mafên serweriya welatekî. “

XS
SM
MD
LG